
Bûyerên rojane divê nebin sedema biryardayina helwestên bê mene. Dema ku mirov hêvî û planên mezin li ser xwestekên neyaran ava bike, dê her û her li gorî daxwazên neyaran bimeşe an jî bête meşandin.
Her wisa lazime ku hemû nivîskar, lêkolîner, rewşenbîr, mele, Alim û kesayetên serbixwe yên Kurdîstan’ê, divê bi lez û bez li pêşeroja gele Kurd û welatê Kurdîstan’ê xwedî derkevin û nehêlin pêşeroja gel li ser zemîneke şematok bisekine. Ev berpirsyarîya tenê ne li ser kesayetên Kurd, her wisa hemû kes û miletên ku dibêjin em heqparêz û xwedî wijdanin, li ser wane jî.
Dera ku îro em lêne, dibe ku dera dijmin dixwaze em lêbin ew der be. Ji ber vê yekê divê em her gav helwestên xwe bişopînin û li ser emelên xwe bifikirin da ku nebin leyistokên neyarên gel.
Nirxandin, rexne û pesinandinên me divê bi temamî li ser mêzînekî adîl û bi pêşbînîyek berfireh werin bikaranîn. Bê guman xebatên nîyetpak her dem rêka mirovan ronî dike û jîrbûn jî vê ronahîyê geş dike.
Hemû partî, tevger, sazî, cemaat û stk ji bona xizmeta însan’in. Divê însan nebe bende û xizmetkarên avahîyan. Di vê çarçoveyêde berpirsyarîya me tevan gelek e. Şexisperestî, partîperestî, cemaatperestî û xweperestî axmaxîyeke herî mezin e.
Li dijî şerxwaz û fîtnebazên ku dixwazin welatê me bibe gola xwîne, divê em bi her awayî hişyarbin û dorhêla xwe bidin hişyarkirin.
Gelê Kurd bi her awayî liyaqê azadî û aramîyêye. Kî dibe bila bibe û bi çi dibe bila bibe divê berê berê bi awayeke meşrû ev rastîya were parastin û li ser vê heqîqetê munaqeşe neyê kirin.
Gelê Kurd di rêyekî zirav û dirêjdeye. Her Kurd mecbûre ku vê rastîyê jibîr neke û li ser vê zemînê tevbigere. Çi li başûr, çi li bakur, çi li rojava û çi li rojhilat hewceye ku berê hemû kes û sazîyan maslahata gelê me yê bindest û mazlûm were parastin.
Kîjan partî û tevgerên Kurdîstan’ê dixwazin hunerê xwe bi kar bînin divê li ser vê yekê bikar bînin.
Haber: Cuma Sarı - Şanlıurfa’nın Siverek ilçesinde etkili olan sağanak ve dolu yağışı, yaşamı olumsuz…
Haber Merkezi - Bölgesel Amatör Lig'de mücadele eden Siverek Belediyespor, play-off finalinde karşılaşacağı Yaz Sigorta…
Haber: Şükrü Dolaş - Şanlıurfa’nın Siverek ilçesinde yaşayan doğuştan engelli Samet Kızoğlu’na, Engelliler Haftası kapsamında…
Haber: Cuma Sarı - Şanlıurfa'nın Siverek ilçesi merkezli 6 ilde düzenlenen operasyonda, sağlam kişilere sahte…
Haber: Osman Serhat Dolaş - Şanlıurfa’nın Siverek ilçesinde, Gençlik Haftası etkinlikleri kapsamında Eyyüp Cenap Gülpınar…
Haber: Habibe Karaçalı - Siverek Gazeteciler Cemiyeti üyeleri, Yusuf Sami Kız Anadolu İmam Hatip Lisesi…